Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heftenameya siyasî ya Otrîşê: Polîs pê xweş bû Sehrarûdî bihê girtin

20:37 - 14 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Heftenameya Siyasî a binav û deng ya Otrîşê babetek bi navê “Sûçdarê serekî yê terorê Kurdan li Viyenê bê pirsgirik rizgar dibe”, bilav kiriye.
Hejmarek nûçegihanî û rojnamên Ewropayî, sibaret bi serdana Mihemed Ceiferî Sehrarûdî, bikujê Dr. Qasimlo û hevalên wî, gotar nivîsîbûn û bilav kirin e.
Deqa gotara heftenameya siyasî ya Otrîşê ku ji aliyê malpera “Kurdistanmedia” ve bo ser zimanê Kurdî hatiye wergirandin, bi vî awayî ye:
Mihemed Ceiferî Sehrarûdî bi sûça terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Ebdulla Qadirîazer û Dr. Fazil Resûl, 24 sal berî niha li Viyenê, hukma destbiserkirina navdewletî bo derketiye.


Navbirî çend rojan berî niha li gel heyetekî parlemana Îranê hetibûn e welatê Suyîsê, lê bo parastina berjewendiya welat, karî bi bê pirsgirk vî welatî bi cî bihêle.

Di rastî de rêxistinekî binav û deng weke Yeketiya Navdewletiya Parlemataran bo ewê nabe ku di pêwendî li gel kuştina mirovekê de navê vî bihê, lê vê carê yek ji nûnerên beşdarê konferansa vî rêxistinê, tawanbarekî 24 salî seba kuştina 3 Kurdan li Viyenê, hukma destgîrkirina navdewletê bo derkevt. Ev kese jî navê vî “Mihemed Ceiferî Sehrarûdî” ye.

Ceiferî tenê li varê parliman de şareza nine, belkî li varê mîlîşiyayî jî pispore. Navbirî jineralê Sipaha Pasdarên rejîma Îranê ye û pileya jinêraliyê weke xelat bo çêkirina goma xwînê li Viyenê wergirt!.

Di demekê de ku sala 1989 Ceiferî bi serokayetiya heyetek û wek nûnerayetiya komara Îslamiya Îranê tevî sreokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê gotubêj dikir, serbarî hevalên vî destdirêjî kirine ser Dr. Qasimlo û 2 hevalên din û her di cih de kuştin.

Serbarî belgeya hevce, dewleta Otrîşê di jêr givaşa rejîma Îranê de, sûçdarên wan serbest kir û rêkirine Îranê, lê paş azadkirina wan hukma girtinê wan derkevt û navê wan li ser lîsta ku polîsê Otîrşê dûrde digere. Diyare ji bilî polîsê Otrîşê, aliyê din jî pê xweş dibû Sehrarûdî destbiser bikin.

Sala 2007’an, hêzekî teybetî ya Amrîkayê bi hinceta destbiserkirina Sehrarûdî rakutaye ser konsolgeriya rejîma Îranê li “Hewlêrê” paytexta Kurdistana Îraqê. Sehrarûdî ew dem mêjûlê sazdana torekî sûxorî bû di Îraqê de. Her çen di vê demê de bibû cêgirê serokê encumena asayêşa netewî a Îranê û çand heftî paş ewê li destê Amrîkaiyan rizgar bû, weke endaê şanda Îranê di civînekê de sibaret bi pirsa Îraqê, li hemberî Kondulîza Rayîs, wezîrê derve yê vê deme tê Amrîkayê rûniştibû.

Niha Ceiferî berpirsê deftera “Larîcanî” ye, her bi vê sedemê jî li gel Larîcanî hatibû Suyîsê, diyare eva yekemîn sefera Ewropayî a Sehrarûdî nebû. Navbirî sala 2011’an, carek din jî hatibû Suyîsê, her wusa sala 2006’an jî tevî heyeta Îranê li Îtalyayê bûye. Her du caran jî kes xwe negehandiye Sehrarûdî! Lê vê carê jî ciyawaz bû. Li gor çavkaniyên me, polîsê Suyîsê pêwendî bi polîsê Otîrşê ve kiribû û sibaret bi hukma girtina navdewletî daxwaza zanyariyan kirbû. Polîsê Otîşê di bersiv dan de mutebit bûna hukma vî tekez kiribû. Paş 24 salan ji vê diçe ku dema girtina Sehrarûdî hatibe. Polîs eva pê xweş bû, lê aliyên siyasî nedixwast eva biqewime.
Di bersiva lêkolîna me de wizareta navxweyî Otrîşê bi me ragihand ku li varî wê pirsê ve tû tûşt nebihîstine. Wezareta dad gotibû eva baseke û em di vî varî de tû tûştekê nizanin. Wezareta derve jî tû bersivek bi me neda!!!


Eva dide zanîn ku berjewendiya welat pêş hemû tûştekê ye. Bi teybetî eger bal bideyîne evê ku rejîma Îranê bi hatine Rûhanî kême kêm xwe bi welatên Rojavayî nêzîk dike û Rojavayî jî naxwazin bi girtin peyebilindekî rejîma Îranê ku 24 sal berî niha çêkirina goma xwînê li Viyenê rêkxistibû, pirsgirikeke bo vê lêk nêzîk bûnê bihê saz kirin û dîsan li gel rejîma Îranê tûşî arîşeyan bibin.
Hewldan bi girtina Sehrarûdî ji aliyê polîsê Suyîsê ve bi vî awayî bersiva da: Navbirî wele endamê heyeta komara Îslamiya Îranê mesûniyat dîplomatekê heye û lewma me nedikarî destgîr bikin.
Hîwa Behramî nûnerê PDK Îranê li Otrîşê dibêje: Her di pirogirama wan de nebû ku destbiser bikin.
Îraniyan roja Çarşemî Suyîs bi cî hêlan û bo Korwasî yê rê kevtin. Li wan wênên ku hatine bilavkirin, derdikeve ku Ceiferî û şanda Îranê serdanekî muftî mezin yê Korwasiyê kiribûn û paşan bo xwarina nevero ji aliyê Îvu Yusîpovîç serkomarê Korwasî ve hatibûn gazîkirin. Her çand polîsê Otîşê polîsê Korwasiyê hayîdarkiribû ku Sehrarûdî destbiser bikin. Lê polîsê Korwasî bersiva van neda.
Bi vêne dibêjin Rîal polîtîk...