Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hegera nûkirina dorpêçên cebirxaneya Îranê ji aliyê Amerîkayê ve û bertek nîşandana berpirsên rejîmê

12:23 - 3 Gulan 2020

Piştî evê ku desthilatdarên Amerîka ragihandin, ku di hewla nûkirina dema dorpêça li ser çek û cebirxaneya rejîma Îranê de ne, parek ji desthilatdarên rejîmê bertek nîşan dan û gef xwarin ku hekî dorpêç bête nûkirin, Îranê dê bersiv û dijkiryarekî tund hebe.

Berdevkê Dewleta Îranê, Elî Rebî`î, di vê derheqê de got: “Îranê peyam daye Amerîka û Ewropayê ku dorpêça li ser cebirxaneya Îranê, dê dijkiryarekî tund lêbikeve.” Rebî`î hervisa gef xwar ku, “danîna dorpêça li ser çek û cebirxana Îranê, dikare encamekî xirab hebe bo ser ewlehî û aramiya deverê.”

Herwisa Serokê Şêwra Bilind yê Ewlehiya rejîmê, Elî Şemxanî, di vê derheqê de, gef xwar û daye zanîn ku, hekî dorpêça li ser cebirxana Îranê bête nûkirin, “Bercam” dê bi yekcarî bimre.

Dorpêça li ser çek û cebirxana Îranê, pêka biryarnama 2231 ya Şêwra Tenahî ya Rêkxistina Netewên Yekbûyî, 6 mehên din dawî pê têt, lewma Amerîka hewil dike ku carekî din dema dorpêçê bête zêdekirin.

Bi taybetî ew hewla Amerîka û parek ji welatên Ewropayê, bo nûkirina dema dorpêça cebirxaneya Îranê, ji vê nîgeraniyê ve çavkanî digre ku rejîma Îranê berdewam basê pêşxistina teknolojiya mûşekî ya xwe diket û pasdarên terorîst jî dibêjin ku em dikarin bi wan mûşekan parzemînan derbas bikin û ji armancê bidin.