
Jiyana xelkê parêzgeha Xûzistanê bi hegera neşiyan û siyaseta çewt a rejîma Îranê bi qasekî dijwar û aloz bûye ku hindek ji nûnerên meclîsa rejîma Îranê jî nigeraniya xwe nîşan dane.
Roja Çarşemî, 3`ê Hezîranê, 12 kes bi nav nûnerên meclîsa rejîma Îranê, serdana bajarê Ehwazê bi taybet taxa “Xîzaniye”yê kirin û bi tekezî bi dewlemndbûneke zêde ya samanên parêzgeha Xûzistanê, ji berfirehiya bêparbûna xelkê, nigeraniya xwe nîşan dan.
Hejarî, rebenî û bêparbûna xelkê parêzgeha Xûzistanê di asta karesatekê de ye, ku bê avî, bêkarî û ji hûmûyan girîngtir, girîngînedan bi can û malên wî xelkî ji aliyê rejîma Îranê ve ye ku di biçûktirîn nerizayetiya xelkê wê deverê de, bi dirindanetirîn rewş wan dikutin an dikujin an malên wan ser wan de dihirifînin.
Li ser wê mijarê bi nav nûnerê meclîsa rejîma Îranê yê bajarê “Simnan”ê “Ebas Gulrû” bas dike ku hegera bingehîn ya wan bêparbûnên xelkê, neşiyana birêvebiriyê ye û ji berpirsan xwest ku bo wî xelkê hejar û reben û bêpar micid bin.
Xelkê Xûzistanê di rewşekê de ne ku li ser mezintirin xezineya neftê dijîn lê, birsî, tênî û hejar in.