
Kurdistanmedia: Berpiresekî Karxaneya Nesacî ya bajarê Mazenderanê daye xuyakirin ku kedkarên ku di vê karxaneyê kar dikin, hejmara wan li 7hezar kesî bo 300 kesî kêm kiriye.
Nesrulah Derya Bêygî berpirsê Kargêrî yê “Xanêyê Karger” yê Parêzgeha Mazenderanê di gotûbêjekê de, daye eşkerekirin ku, niha hejmara kadkarên ku di karxaneya Nesacî ya Mazenderanê de mejûl in 310 kes in, eva tê vê wateyê ku, ji 7hezar kesî berî şoreşê, em niha gihîştine bi 300 kesî.
Navbirî ev yeka jî zêde kir ku, li pêş şoreşê de, 3 karxaneyên bi navên “Nesaciya Mazenderanê kar dikirin, lê niha ev hatine daxistin û erdê van jî aliyê şaredariyê ve ji bo firotinê hatiye parçekirin, û tenê nesaciya “Têlar” maye û ev jî li rewşekê de ye ku berpirsayetiya vê nediyar e.
Nesirullah Derya Bêygî berpirsê Kargêrî yê “Xanêyê Karger” ya Parêzgeha Mazenderanê, bi rexnegirtin ji çavaniya birêvebirina vê karxaneyê sedema serekî ya pisrgirêkên betalbûna kedkarên vê karxaneyê daye zanîn, ku niha kes ji bo encamadana karûbarên îdarî nehatiye destnîşankirin.
Herwisa navbirî got ku di vê parêzgehê de derfetên kar tunînin û Nesaciya Mazenderanê karxaneyek bû ku tevahiya kedkarên vê deverê wir kar dikirin.
Wî berpirsî, derheq birêvebirina vê karxaneyê ji Nûçegihaniya “Tensîm” re ragehandiye ku, li dehikên borî heya niha, Karxaneya Nesacî ya Mazenderanê gellek baş bo çi li pêş şoreşê çi jî piştî şoreşê, û ev karxaneya ji çendîn beşên cuda wekî, Nesaciya Têlar, Tebersitan û çêkirina Telîsan pêk hatibû.
Derya Bêygî, berpirsê Kargêrî yê vê karxaneyê dawiyî de ev yeka jî daye eşekerekirin ku, di vê rewşa aborî ya welat de Kedkarên vê karxaneyê ev 4 meh in ku perê xwe wernegirtine, û navbirî got ku dewlet dibe dest bi kare be di vê derheqê de, û hukimraniya xwe bi kar bîne, ne ku erdê vê karxaneyê parçe parçe ke û bifiroşe.