Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara kesên ku li Turkiyê de bi sedema Lehiyê canê xwe ji dest dan geheşte nêzî 30 kesan

13:42 - 13 Tebax 2021

Piştî Agir pêketina berfireh li Turkiyê, wê carê bi sedema rabûna Lehiyê wekî belayekî sirûştî li wî welatî de xisarekî zafe canî û malî bi dû xwe de bi cî hêla.

Roja Çwarşemî 11ê Tebaxa 2021an, bi sedema barîna Baranekî bi xur, li zaf cihên Turkiyê de Lehî rabû û gorî ragihandina berpirsên Turkiyê, heya niha 30 kesan canê xwe ji dest dane.

Xisara herî mezin û kavilkere Lehiyê pitir li bakura rojhilata Turkiyê kevtiye, wekî parêzgehên, Bartîn, Qestemoniye, Sînop, Samsun.

Bi hegera Lehiyê ku Av kevtiye nava und û bajaran, sedan dest derban herifîne, rêke û pire û sîstema berq û telefûn ji kar kevtine.

Bi sedema qutbûna rêkan, hikûmeta Turkiyê hezaran kes pê Hilîkoptêran veguhestin ku canê wan li ber tirsê bû.

Rabûna Lehiyê û gehandina xisara bi wî avayî, di demekê de ye ku li 2 Hefteyên derbasbûyî de, bi hegera kevtina Agir li Rojavayê Turkiyê xisarekî mezin geha jîngeha wî welatî ku meznahiya wê xisarê bi qasekê ye ku tête gotin Turkiye bo 100 salan paşte kevt.