Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara nexweşên Koronayê di parêzgeha Xuzistanê de ji 10 hezar kesan zêdetir bûye

11:57 - 25 Gulan 2020

Hejmara pêketiyên Koronayê ji 10 hezar kesî zêdetir bûye û Wezareta Tenduristiyê daxwaza 2 û 3 heftî derfet ji xelkê kiriye heya ku bikare nexweşiya Koronayê kontrol bike.

Eve jî di halekê de ye ku berpirsên Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê amarên tûşbûyî vîrûsa Koronayê di wê parêzgehê de belav nake û amarên direw belav dike.

Roja Yekşemî, 24`ê Gulanê, Berpirsê Zanîngeha Pizîşkî a “Cindî Şapûr”, “Ferhad Ebul Nijadiyan”, got: “Piştî tûşbûna 490 kesên din bi vîrûsa Koronayê, hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê di parêzgeha Xuzistanê de ji 10 hezar kesî zêdir bûye, ew hejma 10 roj berî niha 5 hezar kes bû”.

Pêka gotinên Berpirsê Zanîngeha Pizîşkî a “Cindî Şapûr”,ji gelempera 490 kesên tûşbûyî, 345 kes di malên xwe de hatine qerentînekirin û 145 kes jî di nexweşxanê de hatine razandinê û niha di parêzgeha Xuzistanê de 10 hezar û 419 kes tûşbûyî nexweşiya “COVID19”ê bûne.

Rejîma Îranê li ser pirsgirêkên xelkê xemsar e û dabîn nebûna herî kêm a hewcehiyên jiyana xelkê û nebûne ti deretanek bona dabînkirina wan hewcehiyan, xelk neçar kiriye ku bona peydakirina pariyeke nan ji malên xwe derkvin û rastî vîrûsa koronayê bibin.