Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên bombebarana Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê gihîşt 5 kesan

13:04 - 20 Hezîran 2020

Roja Înê 19`ê Hezîranê li Şêladizê û Kanî Masî, di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de 5 hevwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de, wan êrişên Tirkiyê şermezar dike û daxwaz ji Tirkiyê dike rêz ji axa Herêma Kurdistanê bigire.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şehîdkirin û ziyangihandina bi hevwelatiyan şermezar dike ku ji her aliyê û bi çi sedemekê hatibin encamdan.

Di encama bombebarana balafirên şer yên Tirkiyê de li sînorê herdu nahiyeyên Şêladizê û Kanî Masiyê 5 hevwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dabûn.

Nêzî 4 roj e ku ji aliyekê Tirkiye axa Başûra Kurdistanê bombebaran dike, ji aliyekî dinê ve jî rejîma Îranê çiyayên ser sinorî bi tundî dide ber agirê topbarana xwe û di encamê de gelek xisarên gihîştiye jîngeh, rez, bax û çandiniya xelkê Başûr û jiyana wan dijwar kiriye.

Di vê derheqê de Wezareta Derve ya Îraqê herdûk Balyozên Îran û Tirkiyê li Bexdayê gazî kirin û daxwaz kir ku bêjne hikûmetên xwe binpêkirina axa Îraqê û Herêma Kurdistanê bisekinînin.