Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên reniya bilindahiyên Terhranê gihîşte 10 kesan

11:52 - 27 Kanûna pêşîn 2020

Qurbaniyên reniya bilindahiyên bajarê Tehranê zêdetir dibin û tevî canjidesdana 10 kesan 7 kes jî birîndar in û 7 kes jî bê serûşûn in.

Reniyên ku li roja Înê çendîn kes kirine qurbanî li bilindahiyên “Kelekçal, Dar Abad û devera Ahar”ê de qewimiye; Pêka rapora “Saziya Orjans”a rejîma Îranê di demjimêrên despêkî yê wan bûyeran, zêdetir ji 100 kesî li yekeya hejmar 7 a “Toçal”ê de mabûn.

Operasiyona rizgarkirina kesên ku rastî wan reniyan hatine bi sedema tarîtî û sirê li roja Şemiyê hatibû rawestandin!  Bo kesên ku bin reniyan de mane, li her çirkeyek qasa hestiyarî û bi tehlûkebûnê zêdetir dibe, lê rejîma Îranê ti karek bo wan nekiriye.

Nebûna alavên hewce, neşiyana endamên girûpên rizgarker û girîngnebûna canê çiyageran bo rejîma Îranê, di demên wiha ku her 1 çirke bo kesên bin reniyê de mayî hestiyariyeke canî heye, girîngtirîn û hestiyartirîn pirsgirêkên ku dibe çiyager di Îranê de berçav bigrin.

Rawestandina operasiyonê bi hêceta tarîtî û sirê, ti hêceteke serast bona rîzgarnekirina wan çiyageran nîne û bi tenê nîşana girîngnebûna canê mirovan bo rejîma Îranê ye.