Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara şeşemîn a Kovara Bernamegeh hate weşan

18:15 - 13 Çirriya paşîn 2021

Kovara wêjeyî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya şeşemîn derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara nû ya Kovara Bernamegehê de gellek nivîskar bi gotar û helbestên xwe beşdar bûne û naveroka kovarê dewlemend kirine.

Di vê hejmarê de; Têmûrê Xelîl Kurmanciya Ermenîstanê û Kurmanciya Hawarê hildaye dest, Occo Mahabad behsa malbateke bi sê nifşan şareza û kedkar dike, Remezan Bakur bi pirs û bersivan ji çanda me ya qedîm vekolandiye, Nihat Gültekin serpêhatiya Kurdên ku li Girtîgeha Edenê hatine darvekirin ji me re neqil dike.

Hûn dikarin di vê hejmarê de van nivîsan bixwînin:

-Sê Nifş, Sê Deng, Sê Jiyan / Occo Mahabad

-Niştimanperweriya Barzaniyan / Sıraç Oğuz

-Dara Evînê / Kevok Mizgîn

-Kurdên Ku Li Girtîgeha Edenê Hatin Darvekirin / Nihat Gültekin

-Dayê / Sultan Yaray

-Şêweyeke Wêjeyê: Ceribandin / Lokman Polat

-Şahî û Hezkirin / Morî Xanim

-Kurmanciya Ermenîstanê û Kurmanciya Hawarê Wekhew e / Têmûrê Xelîl

-Hêsîrê Çiyayê Şengalê / Roger Acun

-Şêx Silo ya jî Sêwî Silo / Îkram Oguz

-Tirsiyane ji Te / Muqades Agirî

-Pêvajoya Pêvekan / Mervan Serhildan

-Hebûna Te / Demhat Dêrikî

-Axa Kurdistanê jî Dikare Şerê Nerm Li Hember Neyarê Xwe Bike? / Keyhan Mihemedînijad

-Baş Zanim / Çayan Okuduci

-Nameya Kuştinê / Şîlan Doskî

-Mirin / Abdulla Hajian

-Kurd Mîtrayî, Mîsrayî Bûn/ Soran Hemereş, Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr

-Heleba Şer / Azad Ekkaş

-Dilopa Avê / Hasbeg Koksal

- Du Evîndar / Serdar Kömürcü

-Ji Çanda Qedîm / Remezan Bakur

-Şev û Mij / Dilazad A.R.T

-Min Got û Negot / Konê Reş

-Dawiya Axînê / Rêber Hebûn

-Serokwezîrê Min / Kamran Simo Hedilî

-Ala Min / Dennis Dargul

-Çend Gotin Li Ser Dêrê / Dilbirîn Dilo

-Kê Rabû / Seyfedînê Welekorî

-Zanyarê Navdar Yuval Neh Hararî û Çar Berhemên Wî / Rûmet Med

-Lawê Padişah / Adil Başaran

- Heta Ku / Avazê Kalo

-Werin Em Zimanê Xwe Biparêzin / Cemîl Ibrahîm

-Elind Mizûrî / Rîvînga