Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 529 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

12:14 - 7 Çirriya paşîn 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 529 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt bi serdêra “Heta kengî em ê stûxwar û bêdeng bimînin?” dikeve ber çavan.

Rûpela 2 de - gotara - Hizba Dêmokrat û siyaseta realist, ji nivîsa Omer Balekî.

Rûpela 3 de - gotara - Ji bo nanê malbatê: Karkerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li welatên derdorê, ji nivîsa Azad Kurdî.

Rûpela 4 de - gotara - Gelo ma koştina Kurdan yê dibe çand?, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 5 de - gotara - Kurdistanîbûn û Kurdistanî fikir kirin, Du rênîşanderên rast û

durist bo xebatê, ji nivîsa Hemîd Çepatî.

Rûpela 6 - Beşa 10 a gotara - Ji nû ve nasandina têkoşîna Kurdî di serdema guherînên mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.  

Rûpela 7 ê de gotara - Herêma Kurdistanê, Koşka aramiya Rojhilata Navîn û tirsa rêjîma Îranê ji vîna wê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 - de ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, Di hejmara vê carê de li ser Entêgrasyon rêçarên din ên diyarîkirina mafê çarenivîsê bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, Sîmîn Rûhanîzade digel Kawe Ahengerî Şirovekarê Siyasî hevpeyvîn encamp daye.

Rûpela - 9 de, gotara - Rojilatê kurdistanê layîqê rêz û qîmetê ye, ji nivîsa Nûrî Aldur.

Rûpela 10 – Gotara - Tirsa Şerê Nukleerî: Sîbereke giran li ser Jiyana Ciwanan, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11a Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 529 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Riya Qudsê ne ji Kerbelayê, li ser sifreya gel de derbas bû”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 529a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.