
Pêka amara Zanîngeha “Canz Hapkînz” (Johns Hopkins), ku roja Sêşemî 28`ê Nîsanê belav kiriye, hejmara tûşbûyên Koronayê di cîhanê de bi 3 milyon û 42 hezar û 444 kesan daye zanîn.
Herwisa wê Zanîngehê, amara canjidestdayên Koronayê di cîhanê de, bi 211 hezar û 216 kes daye zanîn.
Di Îranê de jî, pêka amara ku Berdevkê Wezareta Tendirustî, Kiyanûş Cehanpûr daye, ji duh ve heya niha 1112 kes tûşê Koronayê bûne û 71 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwisa navbirî daye zanîn ku, heya niha bi giştî 92 hezar û 584 kes tûşê Koronayê bûne û herwisa heyan niha bi giştî 5877 kesan bi sedema Koronayê di Îranê de jî canê xwe ji dest dane.
Herçiqas ew amarên ku navendên ser bi rejîmê belav dikin dûr ji rastî û heqîqetê ne. Berê jî berpirsekî Saziya Tendirust a Cîhanî gotibû ku, ew amara ku li derheq Koronayê ji aliyê berpirsên rejîmê ve tê belavkirin tenê yek pêncema amara rastî ye.