Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek çalakvanên kulturî û siyasî ên Pawe hatin dadigahîkirin

20:09 - 27 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: 8 çalakvanên Kurd ku bi tometa çalakî li torên civakî hatibûn girtin, bo cara duyem bo dozgeriyê birin.


Nûçegihaniya Kurdpa bilavkir, 8 çalakvanên siyasî û kulturî ên Kurd li bajarê Pawe a ser bi parêzgeha Kirmanşanê ku li meha Adar a 2013\'an, ji aliyê ewlehiya Sipaha Pasdarên rejîma Îslmaî ya Îranê ve hatibûne destbiserkirin, roja Sêşemî 26\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, bo cara duyem hat dadigahîkirin.
Çavkaniya han da zanîn: Ew 8 çalakvane yên Kurd di destpêka girtinê de bo girtîgeha Dîzilabad a Kirmanşanê veguhastin ku paşan bi danîna barimte (wesîqe) bi awayeke demekî hatin berdan.
Navên 8 kesanên siyasî Mutesem Şafiyî, Fatih Hatemî, Mihemed Nîgarî, Babek Ebasî, Cehanbexş Ehmedî, Goran Mehmûdî, Aras Hatemî û Pidram Qadiriyan ragihandin.
Di dirêjahiyê de hatiye: Ew 8 çalakvane yê Kurd bi tometa çalakî li torên civakî hatin dadigahîkirin û biryare dozgeriya Înqilaba Pawe di heftiya paşeroj de hukma wan bi wan tê ragihandin