Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek endamên Mucahidîn li Îraqê hatin kuştin

21:38 - 1 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Şeva derbas bûyî heya niha êrşekî leşkerî bo ser akinciyên “kempa Eşref” didome û di vê pêwendiyê de zêdeyî 44 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeyan, di encama êrîşekî leşkerî ji aliyê hêzên Sipaha Îraqê bo ser akinciyên kempa Eşref ya Mucahidînan zêdeyî 44 kesan hatin kuştin.
Di vê pêwendiyê de kanala “ELTEXÎR”ê jî bilav kir, şeva şemî 1’ê Îlona 2013’an, hêzên Sipaha ser bi Nûrî Malikî serok wezîrê Îraqê, kempa Eşref li parêzgeha “Diyale” yê bombebara kirin.
Her wusa nûçegihaniya “Associated Press” bi gotina “Şahîn Qubadî” berdevkê Mucahidîna Xelq, hejmara kuştiyên îro 44 kes ragihand.
Di vê pêwendiyê de roja 9’ê Nîsan 2011’an hêzên ewlekariya Îraqê êrîşî ser kempa Eşref ya Mucahidînan di Îraqê de kirin ku li encam de Mucahidînan bi dar û keviran bersiv dan, lê di enacama wê êrîşê de 34 kes bi awayê herî hovane hatin kuştin.
Heyamnê salek berî niha hejmarek endamên Mucahidînan li kempa Eşref bo kempa Lîbralî li 57 kîlometriya bakûra rojhelata Bexdadê ye, veguhastin.
Saziya Mucahidînên Xelq ên Îranê di sala 1923’an ava bû û piştî hatina ser karê rejîma Îslamî a Îranê bû yek ji girupên dijberî rejîmê.
Di meha Şibata 2013’an de jî di encama bombebarankirina Kempa Lîbirtî herî kêm 6 kes ji endamên Mucahinînan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyîa 50 kes jî birîndar bûn.
Ew saziye salan 1997 ji aliyê Amerîkayê ve ket nava lîsteyê reş yê terorê de.
Amrîkayê piştî 15 salan navê “Saziya Micahidên Xelq” ji rêza girupên terorîstî de reş kir.