Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji besîcên Pîranêşehrê rêkirien Tehranê

18:59 - 9 Hezîran 2013

Kurdisanmedia: Sipaha pasdaran a rejîma slamiya Îranê hejmarek ji besîcên bajarê Bîranşehrê rêkirine bajarê Tehranê.



Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sipaha pasdaran a rejîmê di nav bajarê pîranşehrê de besek bilavkiriye ku besîcên Pîranşehrê bi hinceta ziyareta Merqeda Xumênî bo Tehranê hatine rêkirin.

Her di vê pêwendiyê de çavkaniyeke hayîdar bi malpera Kurdistanmedia ragehand, ev kesên ku bo Tehranê hatine rêkirin kirêgirtî û besîcên ektîvin.

Çavkariyê herweha eva jî anî ber bas, ev besîciyane bi silah û baton hetine teyar kirin û bi heceta serhildana her cire naraziyekê li hilbijartinê mefah ji wan werdigirin.

Çend rojan berî niha, li bajarên Kurdistana Rojhelatê, rejîma Îranê bi şofêrên ortûbûsan ragehandiye, her tirombêlek xelkê bo merqeda xumênî li Tehranê bibe 3 milyon Tûmen bi wan tê dan.

Her di vê pêwendiyê de, rejîma Îslamiya Îranê bi evêne jî razî nebûye û li rêya kirêgirtiyan ve daxwaz ji xelkê bajarê Mihabad, Şino, Pîranşehr û Nexedê kirine ku eger her kesek hazir be serdana gora xumênî bike 50 hezar Tûmen dirav bi van bidin.