Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji girtiyên siyasî raporek li dereheq binpêkiriyên mafê mirov li girtîgehên Îranê de, belav kirin

18:32 - 11 Gulan 2022

Hejamrek ji girtiyên siyasî li berteka gotinên Cêhgirê Dadweriya rejîmê li derheq dadgehîkirina “Hemîd Nûrî” û gotina vê yekê ku, mafê wî nayê parastin, ev bi henek binav kirine û ragihandine: “Hemîd Nûrî yek ji celadên dehka tarî û bi xwîn a 60î ye”.

Hejmarek ji girtiyên siyasî li derheq binpêkirina mafê mirovî di girtîgehên Îranê de raporek belav kirine û sîstema birêveberiya wan girtîgehan bi “koletiya nû li jêr navê demokratîk” de dane zanîn ku, heqdesta kedkariyê bi kedkaran nade û tekezî kirine ku, sîstema kar li girtîgehên Îranê wekî ordûgehên karê bi zorê ên Soviyeta berê û Almana Nazî ne.

Herwisa di vê raporê de îşare bi rewşa tendirustiya girtiyan li girtîgehên Îranê de hatiye kiriye ku, hejmarek ji girtiyên siyasî yên wekî “Elîreza Qureyşî, Şapûr Îhsanîrad, Ekber Baqirî û Ekber Feracî” hatiye kirin ku, ji mafê çareseriyên pizîşkî hatine bêparkirin.

Saziya Lêbihorîn a Navnetewî jî berê ragihan dibû: “Di 10 salên derbasbûyî de aliyê kêm 96 girtî li girtîgehên Îranê de, bi sedema bêparbûn ji çareseriyên pizîşkî canê xwe jidest dane û ew bêparkirin bi zanebûn bûne herwisa bûye sedem ku hin girtî canê xwe jidest bidin”.

Herwisa vê saziya navnetewî tekezî kiriye ku, bi tenê hinek ji dosyeyên wan girtiyan li ber destê wan de ne û renge ev rêjeya gelek zêdetir ji 96 kesan be.

 Girtiyên siyasî  ên wekî,“Husên Qeşqayî, Mîlad Ersencanî, Mihemed Tirkemanî, Reza Selewatî, Şehab Sultaniyan, Ekber Feracî, Hucetula Rafi`î, Murteza Olengî û Davûd Ebdullahî” di vê raporê de tekezî kirine ku, rewşa girtîgehên din ên Îranê jî wekî girtîgeha Tehranê ne.