24 Nûnerên Kongira Amerêka di nivîsekê de daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîka “Antony Blinken” kirin ku lihevtaineke “demdirêjtir, bihêztir û dijwartir” digel rejîma Îranê bikin.
Roja Pêncşemî 11ê Adarê, “Josh Gottheimer” Nûnerê Demokratan yê Eyaleta “New Jersey” a Amerîka, ji rêya “Twitt”ekê ragihand: “Ez û Nûnerê Komarîxwaz yê Eyaleta Texasê li meclîsa Nûnerên Amerîka ,bi rêveberê girûpeke 24 kesî ji Demokrat û Komarîxawzan in ku em piştewaniyê ji sînordarkirineke bihêz bi dijî Îranê, dikin”.
Herwisa navbirî got: “Em digel “Antony Blinken” hevra ne ku lihevhatineke demdirêjtir, bihêztir û dijwartir digel Îranê, rêyeke baş bona parastina xwe û hevpeymanên me di hember Tehranê de ye”.
Bernameya navikî ya rejîma Îranê bi sedema nerohnî û hevkarînerina serast ya wê rejîmê digel Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, bûye sedem ku rejîma Îranê wekî gefeke micid li ser ewlehiya Amerîka û asayîşa cîhanê bê hisêb û rejîma Îranê jî heta niha înkara hemû kiryarên xwe li derheq hewl bo berhemanîna çeka navikî kiriye.