Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji zanayên berçav ên Olî li Xurasanê bo Îtilata Spaha Meşhedê hatine bangkirin

11:40 - 10 Hezîran 2021

Pêka nûçeya belavbûyî, hejmarek ji mamostayên Olî yên “Sunniyan” bona beşdarîkirina wan li hilbijartinan û handana xelkê bo dengdanê, ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Meşhedê ve hatine gazîkirin.

Roja Çarşemî 9`ê Hezîranê, hejmrek ji zanayên berçav ên Olî yên “Sunnî” ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Meşhedê ve hatine gazîkirin û tevî vê ku gef li wan xwarine, daxwaz ji wan kirine ku derheq hilbijartinê, xwe bidin aliyê nizamê û xelkê bona beşdarîkirin di hilbijartinan de han bidin û bidin xuya ku refa ve ji dujminan û neyarên nizamê cuda ye.

Herwisa bi wan re gotiye ku nabe bikevin bin bandora ragihandin û kesayetiyên berçav ên Sunneyên derveyê welat.

Hilbijartina rejîma Îranê ji piraniya aliyan ve rastî baykotkirinê hatiye û tirs ketiye dilê rejîmê ku wê carê nikare şanoya hilbijartinan bi awayê hewce bi rê ve bibe û rewatiya xwe li hundir û derveyî Îranê bi yekcarî ji dest bide û ji berê rûreştir bibe.

Pêka nûçeyên belavbûyî li hundirê Îranê, piraniya xelkê dane xuya ku beşdarî li hilbijartinan de nakin.