Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helbestvanê Kurd wefat kir

21:59 - 4 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Şêrko Bêkes helbestvanê navdarê Kurdistanê li temen 73 saliyê de îro bi nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê.
Îro roja yekşemî berwar 4’ê Tebaxa 2013’an, helbestvanê Kurdistanê li nexweşxaneyekî paytexta welatê swêdê seba nexweşiya seratana “gewî” malavayî li jiyanê kir.
Bêkes seba nexweşiyê heyamê çend rojek bû li yek ji nexweşxwanên paytexta Swêdê dihat derman kirin û di dawiyê de nexweşiya wî nehat çareser kirin û wefat kir.
Helbestvanê netewa Kurd Şêrko Bêkes kurê helbestvanê navdar “Fayîq Bêkes”, roja 2’ê Gulan a 1940’an li bajarê silêmaniyê a Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye.

Mamosta Bêkes 35 berhem bi awayekî pirtûk, roman şanoname bilav kirine û piraniya berhemên wî bi zimanên cur ba cur hatine wergirandin.


Şêrko Bêkes yek ji wan kesayetiyane bû ku dostatiyekî herî nîzîkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bi xasmanî rêberê gelê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo hebû û paş şehîdbûna Dr. Qasimlo, mamosta Şêrko çendîn helbes li ser kasayetiyê tu car nemir gotiye.