
Kurdistanmedia: Bona zêdetir nasandina dosiyeya terorkirina Dr. Qasimlo, bi navenda biryara navdewletî û bîrûraya giştî ya cîhana derve û riswa û eşkerekirina terorîza navdewletî ya rejîma Îranê, heveka “twitter”î wê bi rê ve here.
Bi boneya 29.mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Nemsayê bi destên dîplomat-terorstên rejîma Îranê, Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên kurdistana Îranê, êvariya roja Pêncşemiyê 21 li ser 22`ê pûşperê (12 li ser 13`ê Tîrmehê) di van demên diyarîkirî de, heveka hevbeş ya “twitter”î bi rê ve dibin.
Bi dema Rojhilata Kurdistanê: Demjimêr 22:30
Bi dema Başûrê Kurdistanê: Demjimêr 21:00
Bi dema Waşingtonê: 2:00`ê paşnîvro
Bo agehdariya zêdetir dikarin serdana pêgehên elekteronî ên PDKÎ û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê bikin, ku navnîşanên wan pêgehên elekteronî weha ne:
www.Kurdistanmedia.com
www.khwendkaran.com
www.twitter.com/@xwendkaranoffic
instagram/@xwendkaran.official
www.facebook.com/democratic.student.union.of.iranian.kurdistan
Heyamekê berî niha Amerîkayê, bi awayekî fermî bas ji dosiyeya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî di Nemsayê (Utrîşê) de kir, û daxwaz ji civaka cîhanî kir, ku pêşiya siayseta terorîzma navdewletî ya rejîma Îranê bigrin.