Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwesta cînayetkarane ya Komara Îslamî derheq kasibkaran

13:04 - 16 Adar 2013

Nasir Salihîesil

Di welatên pêşkevtî û demokrat de, birêveberên welat erkê wan ew e ku rewşa hewce bo bijêv û jiyana civakê pêk bînin û di vî warî de rewşa dabînkirina kar bo tewaya tex û qatên welat berhev bikin.
Di wan welatan de birêveberên welat derheq debara jiyana xelkê de bersivder in, û li gorî îmkanat û şiyanên xwe hewil dane.
Lê di welatê me de herçend bi awayek xwezayî xwediyê gellek çavkaniyên jêeerdî, bi taybet neft û gazê û çavkaniyên mirovî ye, lê kêrnehatîbûna birêveberên rejîma Îranê bûye sedema vê ku serbarê pitansiyeleke xwezayî û mirovî bi milyonan kesî bê kar in. Xelkê hejar û kêmdahat di welateke xwedî enirjî wek Îranê de neçar in ku bo peyda kirina bijêva jiyana xwe dest bo her cure karekî ku heta dahateke nemir p nejî jî hebe bibe.
Herçend ku li tewaya herêmên Îranê de bêkarî û kêmdahatî heye, lê jiberku rejîma Îranê neteweya Kurd li Kurdistana Îranê de bi dijî xwe zanî ye, lewra bêkarî çend hember zêdetir e, jiber ku sermayedanîna serane li Kurdistanê de kêmtir ji 300 hezar tûmenî ye, eva di demekê de ye ku ew hejmar li nawenda Îranê de zêdetir ji yek milyon û 500 hezar tûmen e. Lewra komara Îslamî her tim di warê dabînkirina kargeh û karxaneyên pîşesazî û pêkanîna rewşa kar de kêmtirxemî kiriye. Heta pêşiya kar û kasibiya xelkê kêmdahat ku bi sedema rewş û hilkevta coxrafiyayî li ser sînorên Kurdistana Îran û Îraqê de dijîn pêşgîrî dike.

Lewra rejîma Îranê di vê derheqê de li siyaseta bêkarî û hejarî wek karteke zaxt û givaşê bi kar tîne bonavê ku xelkê neçar bike bona peyda kirina bijêva jiyana xwe rû li organên tepeserkar ên Besîc û Îtilaatê bikin.

Lê xelkê zehmetkêş ên kurdistanê li hember vê siyaseta rejîma Îranê de riya pirr ji tirs ya kolberiya li ser sînoran hilbijartine û ji vê riyê ve pariyek nan bo jin û zarokên xwe peyda dikin. Gulleberdana rasterast ya hêzên rejîma Îranê û ketine li ser mînên çandî, û sirrêbirina kolberan û herweha diyardeyeke nû ya hêzên rejîmê wate girêdana dest û piyê kasibkaran û avêtina wan ji bilindahiyan, ew tehlûkeya nû ye ku kolberên kurd pêre berbirû dibin.
Li gorî serjimêriya ku malpera Kurdistan media bilav kiriye, di heyamê mehên Sermawez, Befranbar û Rêbendana evsal de 25 kasibkarên Kurd bi gulleyên rasterast ên hêzên çekdar ên rejîma Îranê yan jî bi ketina li ser mînên çandî li herêmên sînorî yan hatine kuştin, yan jî birîndar bûne.

Ya ku cihê baldanê ye ew e ku li gorî madeya 7 ya bikaranîna çekê ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îranê ve hatiye, ku divêt pêştir kesê bergoman yan tawanbar bê agehdarkirin, û heke ew yek bê encam ma bo carek din gulle bi awayek hewayî bi ser de bêne reşandin, û heke xwe radest nekir ji navtengê ber bi xwartir lê bidin, û di vê demê de jî divêt tanê gullê li lingan bê dan.

Lê her wek hate baskirin hêzên rejîma Îranê rast bi armanca kuştinê gulleyan bi ser kolberên Kurd de direşînin, û tu carî jî lêpirsîn li wan nahê kirin, belkû biryarder û bikuj destxweşî ji wan tê kirin. Lewra ew şêwe kuştina xelkê sivîl diçe xaneya cînayeta bi dijî mirovahiyê. Herweha li gorî yasaya cezayên Îslamî ên Komara Îslamî, li benda “A” ya madeya 2, ya yasaya qaçaxa kalayan de hatiye: “ Heke kalayek kêmtir ji yek milyon tûmen buhayê wê be, ew yek nakeve xaneya kalayên qaçax de, û ceza jêre nîne”. Lê hêzên rejîmê heta xwediyê wan kalayan ku kalayên wan bi nirxê kêmtir ji 500 hezar tûmenî jî be, dikujin, lê axazade, fermanderên sipaha Pasdaran û Wezareta Îtilaat û karbidestên payebilind ên wan bi mifahwergirtina xirap ji berpirsayetiyên xwe bi awayekî berfireh li sînorên avî û hişkatî û bi awayên veşartî mijûlî qaçaxa kalayan bo navxwe ya Îranê ne, û guh nadne wan yasayên pêwendîdar bi qaçaxa kalayan. Gelo hêzên çekdar ên ku kolberên kurd dikujin çima wan ceza nakin.

Lewra kuştina kolberên Kurd cînayetek dijî mirovî ye û erkê li ser milê tewaya kom û kom û civatên navneteweyî li raserî cîhanê de ye ku wan siyasetên dijî mirovî eşkere bikin û naweroka cînayetkarane ya vê rejîmê bo raya giştî a cîhanê eşkere bikin.