Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke Kurd bi cezaya 10 sal zîndan hat mehkûm kirin

20:54 - 26 Adar 2014

Kurdistanmedia: Di meha derbasbûyî de hevwelatiyeke Kurd xelkê gundê “Îndirqaj”a ser bi bajarê Mihabadê, cezaya 10 sal girtîgeh bi ser de hat sepandin.

Li gor nûçeya gihiştî malpera Kurdistanmedia, keseke Kurd bi navê “Samirend Ferehmendî” temen 23 salî û kurê kamil, ji aliyê dadgeha Înqilaba bajarê Mihabadê ve bi tometa “Emniyetî” hat ceza kirin.

Li gor vê raporê, hemwelatiyê han li heyamê 20 rojan paş tekez kirina hukmê wî, dikare narizayetiya xwe li hember wê hukmê rabigehîne û daxwaza pêdeçûnê bike.

Heya niha “Samirend Ferehmendî” çendîn car ji aliyê hêzên Ewlekar yên rejîma Îslamî ya Îranê hatiye bang kirin û binçav kirin.