Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke Kurd ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîm ve hat girtin

18:34 - 25 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyeke Kurd xelkê gundê Bindola Hewraman a ser bi bajarê Sewlawa, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hat destbiserkirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Şaho Ehmedî kurê Mihemed temen 26 sal û xelkê gundê Bindola Hewraman a ser bi bajarê Sewlawa, roja Çarşemî 20\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilata bajarê Merîwanê ve hat girtin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Li gor rapora han, ew hemwelatiye heya niha ji sedema girtin û cihê ragirtina wî tu agahiyek ji ber dest nine, lê gumana vê heye ku bi sedema ewlehî hatibe girtin.
Çavkaniyeke hayîdar bi malpera Kurdidstanmedia ragihand: Şaho heyamek berî niha bi heceta kedkarî rû kire Herêma Kurdistanê ku paş ziwirînê di mala xwe de li gundê Bindolê hat destbiserkirin û heya niha ji çarenûsa wî tû agahiyek ji ber dest nine.
Li gor amara ajansa nûçegihaniya Kurpa, Li destpêka sala 1392a Rojî ve heya niha 541 hemwelatî ên Kurd hatine girtin.