Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke Kurd li Rebetê ji aliyê hêzên îdareya Emakinê ve hat girtin

20:51 - 10 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Hêzên îdareya Emakina rejîma Îslamî ya Îranê di çendîn gundên ser bi Rebetê, mala hejmarek ji hemwelatiyan lêgerîn kirin û yek ji wan welatiyane hat binçav kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hêzên han bi hinceta tifeng û teqemenî û alavên qedexekirî êrîşkirine ser gundên “Goman, Nîskawê û Sêwnê” û mala hejmarek ji hevwelatiyan di wî gundî de geriyen.

Di wê êrîşa hêzên îdareya Emakinê de hemwelatiyek bi navê “Seîd Ehmedî” kurê Mam Elî xelkê gundê Sêwnê destbiser kirin.

Piştre hêzên rejîm bi hêceta peydakirina tifengek li cirê “Tapor” welatiyê han girtin.