Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke Kurd li Urmiyê kete ber gefên hêzên rejîma Îranê

20:15 - 24 Adar 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlehkar yên rejîma Îslamî ya Îranê li devera “Mirgewer”a bajarê Urmiyê givaş bo malbata hevwelatiyeke Kurd anîn e.

Li gor rapora Kurdistanemdia, welatiyeke Kurd bi navê “Yûsif Mihemediyan” kurê “Casim” xelkê gundê “Haşimava”a devera Mirgewer, ku li rêûresma “Kule Çarşemî” yê de tevî hêzên rejîm dergîr bibû û ji aliyê hêzên rejîm ve gefa kuştin û girtinê jê hatibû kirin.

Li gorî vê raportê, hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê di “Zêwe”de, çûbûne nav mala hemwelatiyê Kurd û berdewam gef jê kirine.

Gef û givaşên hêzên rejîma Îslamiya Îranê, narizayetiya malbata “Yûsif” û rûniştiyên gundê “Haşimava” çêbû.

Piştre jî hêzên ewlehî û kincên şexsî yên îdareya Îtilata bajarê Pîranşehirê bi çêkirina muheweteyekî tirsnak û êrîşkirin bi ser malbata hemwelatiyeke Kurd bi navê “Ehmed Sultan” li gundê Nimnic a ser bi bajarê Pîranşehirê, piştî lêgerîna malê, endamê wê malê dane ber lêdan û kutan û bêrêzî ji wan kirin e.