Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke Kurd tevî zarokê xwe yê 6 salî hat girtin

19:07 - 7 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyeke Kurd xelkê Seqizê hevdem li gel zarokê xwe yê 6 salî ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê ve di mala xwe de hat girtin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Seqizê hemwelatiyeke Kurd ku navê wî nehatiye eşkere kirin, demijmêr 10\'ê sibêdeya roja Çarşemî 4\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, paş lêdan û kutaneke zaf di mala xwe de hat destbiserkirin.
Şahîdekê bi malpera Kurdistanmedia ragihand: Ew bûyera li gundê Başmaxa ser bi devera Têlekoa Seqizê hate gorê û hêzên Întizamî yên rejîm paş lêldan û kutana hemwelatiyê han ê Kurd kelupelê wî jî zewtkirin.
Şahîdhalê han di dirêjahiyê de da zanîn: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê ji nişkê ve êrîş kirine ser mala hevwelatiyê han û di demekê de ku tenê zarokeke 6 salî di vê malê de hebû, lêdane û bi tundî hatiye birîndarkirin û bûye cihê tirsa vî zarokî.