Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyeke navsal li devera Şinoyê bi awayekî gumankirî hat kuştin

14:38 - 9 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd temen 70 salî li Devera Şinoyê ji aliyê kes an kesanekî nasnekirî ve dane ber qulleyan û di encam de jiyana xwe ji dest da.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî berwar 7’ê Îlona 2013’an, Elî Resûlî kurê Lutfullah û xelkê gundê “Serderê”a ser bi bajaroka Şinoyê ji aliyê kes an kesanekî nenaskirî ve hat kuştin.
Elî Resûlî naskirî bi “Elî Lifte” di navbera gundên “Xaltawê” û “Serderê” dane ber gulleyan.
Bi gotina akinciyên wê deverê pîşeya Elî Resûlî çutyarî bûye.
Heya bilav bûna wê nûçeyê sedema kuştina Elî bo malpera “Kurdistanmedia” eşkere nebûye.