Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyekî bajarê Dêwilanê hat dest bi ser kirin

14:55 - 13 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: mamostayekî xwandingeha bajarê Dêwilanê a Rojhelatê Kurdistanê hat dest bi ser kirin.
Kempeyna berevanî kirin ji girtiyên siyasî û sivîl da xuya kirin ku 19ê befranbara 1392 a Rojî hêzên îdareya Îttilat a rejîma Îranê li bajarê Dîwanderê, piştî lêgerîn û vekolîna tev mala Hîşmet Metahî, ew dest bi ser kirin.

Hêjayî gotinê ye ku mala Hişmet Metahî ku mamostayê zimanê Îngilîsî ye, bi bê îzna yasayî ji aliyê hêzên emniyetî we hatiye lêgerîn kirin û piştî kelempçe kirina navbirî, tev alavên taybete wî bi xwe re birine.
Pêka amarên Kurdistanmedia, di destpêka heyva befranbarê heya niha 15 hemvelatiyên Kurd ji aliyên hêzên nîzamî yên rejîmê ve hatine destbiser kirin.