Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyekî Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê hat birîndarkirin

18:33 - 12 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî xelkê devera Mirgewer a Urmiyê, bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hat birîndarkirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva Înê 11’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, ciwanekî Kurd bi nave “Mûsa Baqirî” kurê “Îsa”, temen 20 salî û akinciyê gundê “Kolebî”a devera “Mirgewer”a bajarê Urmiyê, di demekê de ku bo peydakirina bariyek nan çûbû ser sînoran, bi gulleyên hêzên rejîma Îslamiya Îranê hat birîndarkirin.
Welatiyê han bi hinceta kasibîkirin û peydakirina bijîwa jiyana xwe, çûbû deverên sînorî û bû armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê û bi tundî hat birîndakirin.
Mûsa li ser sînorê “Dalamper”a devera Mirgewer dane ber gulleyan û paşan veguhastine nexweşxaneyekî bajarê Urmiyê.
Li gor agahiyan, hemwelatiyê han li jêr çavdêriya pizişkan de ye û tû nûçeyek li rewşa navbirî ji ber dest nine.
Li gor amara hatî tomarkirin li malpera Kurdistanmedia, li 23’ê Îlona 2013’an ve heya niha, 4 hevwelatiyên Kurd li deverên cur ba curên Kurdistana Rojhelatê bi gulleyên hêzên rejîma Îslamiya Îranê hatine kuştin û 7 kes jî bi tundî hatine birîndarkirin.