Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyekî Kurd ji aliyê hêzên Ewlehî ve hat girtin

15:49 - 4 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Birayê destbiserkiriyekî siyasî yê mehkûm bi bidarvekirinê, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve li Mihabadê hat girtin.>

Kempêyêna berewanî ji zîndaniyên siyasî û sivîl bilav kir, “Amanc Perwîzî” birayê “Aram Perwîzî” girtiyê siyasî yê mehkûm bi îdamkirinê ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hat destbiserkirin.
Hevwelatiyê han yê Kurd li berwara 3’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, bi sedemekî nediyar hat girtin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Aram Perwîzî birayê Amanc Perwîzî, hevdem tevî hejmarek hemwelatiyên din di sala derbas bûyî hatin girtin û li 6’ê Hezîran a 2013’an, li dozgeriya bajarê Reştê bi tometa “Hewldan bi dijî tenahiya neteweyî” û “alîkarî tevî yek ji partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îranê” cezaya darvekirinê bi ser de sepandin.