Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyekî Kurd li Serdeştê bi sedema ala Kurdistanê hat girtin

19:22 - 16 Adar 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyeke Kurd xelkê bajarê Serdeştê bi sûça rakirina ala Kurdistanê û du dest kincên Kurd ku ala Kurdistanê li ser hatibû kişandin, hat girtin.

Li gor nûçeya gihştî malpera Kurdistanmedia, hevwelatiyeke Kurd temen 24 salî xelkê bajarê Serdeştê, roja 9’ê Adar a 2014’an, bi tometa “rakirina ala Kurdistanê û kişandina ala Kurdistanê li ser çend dest kincên Kurdî” hat girtin û bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin.

Çavkaniyekî hayîdar bi nûçegihaniya “Kurdistanmedi”ê ragihand: Ji çarenivîsa hemwelatiyê han yê Kurd ku ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin tû agahiyek li ber dest nine.

Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di destpêka meha Reşemeya 1392\'a Rojî ve heya 22\'ê Reşemeyê, 16 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
ا