Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyekî Kurd li Sınê hat binçav kirin

14:31 - 29 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Îtilat yê rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Sine kesekî Kurd girtin û bo ciheke nadiyar veguhastin.

Li gora rapora Kurdistanmedia û pişt girêdan bi rêxistina mafên mirov a Kurdistanê, roja Şemî 26’ê Nîsan a 2014’an, hemwelatiyê Kurd Yezdan Husên Penah temen 23 salî xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îranê het girtin û heya niha tu agahiyek li ser çarenivîsa wî ji ber dest nine.

Li gor wê çavkaniyê, paş heftiyek ji destbiserkirina Yezdan Husên, navbirî heya niha tu pêwendiyek ligel malbata xwe negirtiye.

Sedema girtina hmwelatiyê Kurd yê han eşkere nine û heya niha berpirsên rejîma di wê pêwendiyê de tu rûnkirine bi malabata navbirî nedane.

Li gor serhejmariya Kurdistanmedia, di yekemîn meha sal 1393’ê Rojî ve heya niha, 18 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.