Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herêma Jawaro a girêdayî bajarê Sine peyman di gel rêbaza şehîdan nûkir

19:09 - 1 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê, li devera Jawaro a girêdayî bajarê Sine li gundê Tevrîwerê, di peyamekê de digel rêbaza şehîdan peyman nûkirin.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Li Çarçiraya Mehabadê

Li kangeha bîra azadiyê

Destê reşê zordariyê

Çeqandina dara bêdadiyê

Di dema nîve şevê de

Dî nav xeva şirîn de

Hat kirin karê ne bi cî

Bi dar vekirin Pêşewa Qazî

Di gel rêz û slav

Bi boneya 10` Xakelêweyê, roja Şehîdên Kurdistan û nûkirina soza emegnasî û rêya pîroz a wan:

Spasiya xwe em li endam û birêveberên televîziyona “TISHK TV” dikin, û bi weşana wê kanala esmanî we ronahî xiste dilê malên me, silav li şehîdan û malbatên serbilindên yên şehîdan bixasimanî sê şehîdên serkirde wekî “Qazî, Qasimlû û Şerefkendî”.

Li cih û warê fermanderê Kosalan û Jawaro, nûkirina soza emegnasiya xelkê Tevrîver, endam û alîgir û malbatên serbilind ên şehîdan di gel rê û rêbaz û armancên pîroz yên PDKÎ radigehînin.