Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêrîşa hêzên rejîmê bo ser civîna ciwanên Serdeştê

15:04 - 20 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Hejmarek ciwanên bajarê Serdeştê ku di şeqamên wî bajarî de civînek lidarxistibûn û li dijî rejîmê dirûşm diqîranidin, bebirûyê êrîşa hêzên Întizamî ên rejîmê bûn û hewla destbiserkirina wan hat dayîn.


Li gor rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia, şeva 18’ê Tebaxa 2012’an, hejmarek zêde a ciwanên bajarê Serdeştê di şeqama Kemerbendî jihev civiyabûn û bi hilkirina agir dest bi xweşî û şadiyê kirbûn û li dijî rejîma Îranê dirûşm qîrandin.
Civîna wan ciwanan berbirûyê hêzên Întizamî ên rejîma Îranê bû, lê seba revîna wan ciwannan û xwe veşartin di kolan û şeqaman de, hêzên rejîmê nekarî tukes ji wan destbiser bike.
Civîna han û hewlên hêzên rejîmê ji bo destbiserkirina wan ciwanan heya direngiya şevê berdewam bûye.