Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

hesen Kanîsîranî naskirî bi Xale Hesen kurê Osman, sala

15:45 - 13 Çirriya pêşîn 2013

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî

Hesen Kanîsîranî naskirî bi Xale Hesen kurê Osman, sala 1346’an(1967) li gundê “Kanî Gurge” ya ser bi bajarê Bokanê hatiye dinê.

Hesen kanîsîranî despêka têkiliyên xwe bi siyaset û Kurdatiyê weha tîne ziman: “Şoreşa gelên Îranê serhilda û piropagendeyên partiyan dihatin kirin, di vê navberê de reklam û manorên PDKÎ û Komelê berçavtir bûn ji aliyên din, eva bûye sedem ku di despêkê de ez xwe weke alîgirê Komelê bibînim, lê piştî heyamekê min gellek kar û riftarên nebaş ên civakî û siyasî û olî ji Komelê û alîgirên wê dîtin ku bûne sedema guherîna nêrîna min, piştre ez bûm alîgirê PDK Îranê û min bidûreçûn bo pirogram, siyaset û çalakiyên vê partiyê dikirin”.

Xale Hesen tevlîbûna xwe bi Partiya Demokrat re weha bas dike: “Têgihîştina min li dor Kurd û partiyên Kurdî gehîşt astekê ku min biryar da tevlî PDKÎ bim. Roja 09.01.1365’an(1986), bi armanca pêşmergetiyê min dewsa pêşmergên Hêza Beyan li Turcanê peyda kir. Ez çûm bal berpirsyarên hêzê û min daxwaz kir ku weke pêşmerge bêm wergirtin. Daxwaza min qebûl kirin û ji wî çaxî pêve heya niha ez bi awayek berdewam di xizmeta PDKÎ de mijûlî xebat û berxwedanê me”.

Hesen Kanîsîranî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Heyamê 6 heyv bi ser temenê pêşmergatiya min re derbas bibû ku hêza Beyan biryara emelyatekê bona girtina paygaha “Bexlûcê” li derdora bajarê Bokanê da, eva yekem ezmûna beşdariya min di şer de bû, emelyat dest pêbû û piştî midehekê bidawî hat, heza pêşmerge dest bi ser paygahê de girt û çek û teqemeniyek zaf xist destê xwe û herweha derbek mezin ji hêzên Komara Îslamî ket, hêza pêşmerge heta yek birîndar jî neda, eva roja her xweş a jiyana min e, jiber ku yekem ceribandina min bû û em bi serkevtin têde derketin”.

Di hember de Xale Hesen roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Sala 1368’an(1989) hêza Beyan liser çemê “Binawereşan” di navbera Mihabad û Banê de bû, du şev û roj bû ku hêzê tu tiştek nexwaribû, hêzê bona têrkirina hêza pêşmerge hindek Kawir ji pezdarekî kirîn. Kawir hatibû ser jêkirin û dema xwarinê hatibû. Hêzê bêsîma xwe hil nedabû û me tu xeber ji Deftera Siyasî nebû, ji nişkê ve RDKÎ di despêkê de nûçeya birîndarketin û piştre şahîd ketina Dr. Qasimlo belav kir. Hêzê zikên birçî û xwarin û her tiştek jibîr kir û bûye şîn û girî, heta pêşmergeyekê hewla dawî anîn bi jiyana xwe da lê em rêgir bûn ji xwekûjiya wî, eva roja herî nexweş a jiyana min e ku tu caran ji bîra min naçe, jiber ku nemana Dr. Qasimlo derbek mezin bû ku ji PDK Îranê ket”.

Xale Hesen derheq jiyana xwe a hevpar weha dibêje: “Demsala Payîza sala 1372’an(1993), dema vegeriyan ji menteqê, tevî sê pêşmergên din çûm gundê “Hebekî” a ser bi Gewirkatiya Seqizê û, min “Gulale Şerîfî” ku heyamê sê salan bû me ji hevdu hez dikir, ji xwe re anî. Piştî çend rojan li “Zewiye Sipiyê” û di rojekê de min û Mecîd Xebat bi hevre dawetek mezin kir. Berhema jiyana min jî du keç û kurek in”.

Hesen Kanîsîranî ku nasnavê Xale Hesen ji aliyê Dr. Qasimlo ve pê hatiye bexşîn, rû li xelkê Kurdistanê dike û bi peyamekê dawiyê bi gotinên xwe tîne: “Daxwazê ji xelkê Kurdistanê bi giştî dikim ku xortên xwe bi hesta welatparêziyê perwerde bikin, da ku di pêşerojê de piştevanek baş bo PDK Îranê û tevgera Kurdî li Kurdistana Rojhelat bin”.

Herweha daxwazê ji xelkê dikim ku êdî ji aliyê Komara Îslamî ve nehên xapandin û bona malê dinyayê pişt ji netewa xwe nekin, Komara Îslamî bikujê rêberên me ye û ne cihê baweriyê ye.

Daxwazê ji wan kesan jî dikim ku ketine telika Komara Îslamî, bila dest ji xizmetkirina bi Komara îslamî berdin û cardin vegerin hembêza gelê xwe”.