Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Nesrullah: “Me zêdetir ji 10 milyon Dolar bo dabînkirina şewata xelkê Lubnanê pere xerc kiriye”

13:55 - 27 Çirriya paşîn 2021

Sekreterê Hizbullaha Lubnanê, “Hesen Nesrullah” gotiye: “Hizbullahê di meha Septamberê de zêdetir ji 10 milyon Dolar neft bo dabînkirina şewata xelkê Lubnanê ji Îranê kiriye”!

Hesen Nesrullah di hevpeyvîneke televîzyonî de îdia kiriye ku 2 milyon û 600 hezar Dolar ji aliyê Hizbûllaha Lubnanê ve bo danînkirina şewata xelkê Lubnanê hatiye xerckirin ku ew şewat ji Îranê hatiye kirîn û bi awayê bê beranber û bi belaş di nav xelkê Lubnanê de dabeş kirine!

Gotinên wî perpirsê Hizbullahê di halekê de ye ku zêdetir ji %70a xercê Hizbullaha Lubnanê ji aliyê rejîma Îranê ve tê dabînkirin û îdiaya Sekreterê Hizbullah a Lubnanê, Hesen Nesrullah li derheq dana 2 milyon û 600 hezar Dolar bi Îranê cihê şik û gumanê ye.

Rejîma Îranê heta niha bi 100an milyon Dolar alîkarî bo girûpên terorîstê yên wekî Hizbullaha Lubnanê şandine û nefta xelkê Îranê bê vergirtina ti pereyek bo wan tê şandin û îdiaya wî berpirsê Hizbullahê bi tenê bo xeletandina hizra giştî û propagende bo Hizbullaha Lubnanê ye û bi awayekî jî bi belaşbûna nefta Îranê bo wan, perdepoş bike.