Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Hesen Rûhanî” gotiye xelk bo kirîna kelûpelên xwarên di doran de nasekinin

17:40 - 7 Kanûna Paşîn 2021

 “Hesen Rûhanî” Serkomarê rejîmê gotiye: “Pêdvî nake xelk bo kirina kelûpelên xwarên di doran de bisekinin û kolan bi kolan bigerin, çimkî tu her cihekê çav lê dikî tejî ye ji xwerin”

Berpirsên rejîmê ti bihayekê nade jiyan xelkê û xelk neçar in bo kirîna kelûpelên pêdvî yên jiyanê di doran de bisekinin.

Ew gotina “Rûhanî” di halekê de ye ku rojane di bazarên Kurdistan û Îranê de xelk bo kirîna nan, rûn û mirîşkên qerisî di doran de disekînin.

Hemû evane di halekê de ne ku Serkomarê rejîmê bi eşkere li ser mediyayan û li ber çavê civakê haşa li rastiyan diket û dibêjê “bi xweşî ve di hikûmeta min de xelk di doran de nesekînane”.