Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî: “Hînkarî di nav torên civakî de nikare cihê pol û dibistanan pir bike”

12:37 - 6 Gulan 2020

Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî”, gotiye ku hînkarî bi rewşa “online” şiyana pirkirina cihên vala yên polên hînkariyê û dibistanan tinîne.

Roja Sêşemî, 5`ê Gulanê, Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” di hevpeyvîna xwe di rêûresma roja mamosta de, bi tekez kirin gotiye ku, ew cure sîstema hînkarî bi rewşa “Online” nikare cihê polên hînkariyê pir bike û bandorê li ser dersxwanan danê û min bi navendên netewî yên torên civakî re ferman daye ku, alîkariyê bikin ku appa “Şad” bê serastkirin û kêmasiyên wê bêne çareserkirin”.

Axavtinên Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî, di halekê de ye ku, appa ”Şad” şiyan û bandora hewce tinîne û siyaseta wan derheq hînkarî û perwerdehiyê de rastî şikestê hatiye.

Berpirsê rejîma Îranê bi siyasetên xwe yên fêlbazane, xapîner û durûyane, di demên wiha de xwe xemxwarê xelkê nîşan didin, lê ya rast eve ye ku, bo Serkomarê rejîma Îranê rewş û awayên hînkariyê ti girîngiyek tinîne û bi tenê armanca wan xelitandina hizra netewî û cîhanî ye.