
Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê Hesen Rûhanî di serdana xwe ya Maliziyê de daye zanîn ku, “piraniya pirsgirêkên Misilmanan bi sedema mudaxilekirina Amerîkayê ye, wekî tehrîm li dijî Îranê.”
Serkomarê rejîma Îranê Hesen Rûhanî li serdana xwe ya roja Çarşemî 27`ê Seremawezê a digel serowezîrê Maliziyê Mahatîr Mihemed got, “bo vê yekê ku Amerîka di tehrîmên xwe yên li dijî Îranê bi sedema berxwedaniya xelkê serkevtî nebû ye, û di 5 mehên derbasbûyî de bi sedema givaşên aborî ên Amerîkayê, me kariye rewşa aboriya xwe baştir bikin.
Axavtinê serkomarê rejîma Îranê di demekê de ye ku, xelkê Îranê bi sedema gendelîkirin, dizîn û çendhember bilindkirina nirxa tiştan bêzar bûne û her bi wê sedemê jî hatine ser şeqaman û li dijî wî rejîmê û berpirsên gendel yên wî rejîmê xwenîşandan kirin, lê bersiva xelkê nerazî tenê bi gulleyan dan.
Herwisa Rûhanî di berdewamiya axavtinê xwe de gotibû ku, “piraniya pirsgirêkên Misilmanan bi sedema mudaxilekirina Amerîkayê ye.”
Eve jî di halekê de ye ku, rejîma Îranê her bi xwe di nav welatên deverê yên Misilmanan û nemaze Îraq û Lubnan û çendîn welatên din de mudaxile kiriye û heya niha jî her dike, her bi vê sedemê jî di Îraq û Lubnanê de xelk hatine ser şeqaman û li dijî mudaxilekirina rejîma Îranê xwenîşandana kirin û heya niha jî her berdewam e.
Rejîma Îranê û berpirsên paye bilin ên wî rejîmê li peyva Misilman û Ol, bo karên xwe yên terorîstî û qirkirina xelkê bikar tînin, û bi mifah vergirtin ji wan du navên pîroz heya niha hezaran kes kuştine û îdam kirine.