Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heta niha jî, rêyên piraniya gund û bajarên Kurdistana Rojhilat li berfê nehatine paqijkirin

12:33 - 22 Kanûna Paşîn 2022

Ji ber barîna berfa zêde di Rojhilatê Kurdistanê de, rêyên piraniya gund û bajarên Kurdistana Rojhilat qut bûne û heta niha jî, nehatine paqijkirin û ev yek bûye arîşeyeke mezin li ser jiyana welatiyan.

Piştî derbasbûna çendîn rojan li ser barîna berfê, di piraniya parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de,herwisa xemsarî û guhnedanên berpirsên rejîmê yên pêwendîdar, ev yek bûye sedema astengiyan û herwisa bûye sedema qutbûna rêyên piraniya gund û bajaran.

Pêka amarên belav bûyî, ji ber barîna berfê û rabûna bageyê, di parêzgehên weke “Loristan”ê, rêyên di navbera 1266 gundan, di parêzgeha “Urmiyê” de, sê rêyên sereke û rêyên 600 gundan û herwisa di parêzgeha “Kirmaşan”ê de jî, bi taybet gundên derdora “Selasa Bawecanî û Rewanser”ê de jî, rêyên gundên vê navçeyê jî heta vê demê nehatine paqijkirin û herwisa ti berprisekî rejîmê di vê pêwendiyê ti pêngavek hewce neavêtiye.

Herwisa, welatiyan ragihandiye ku, di dema pêwendî girtina digel navendên pêwendîdar  ên wekî “şaredarî, Bexişdarî, û îdareyên rêyan”, ti bersivek zelal ji wan re neyê dan.

Di vê sirr û seqema demsala zivistanê de, astengî û arîşeyên welatiyan tenê qutbûna rêyan nîne belkû nebûna av, gaz, neft, qutbûna hêla înternet û telephone jî jê zêdebûne û ti alî û navendeke rejîmê li hemberî wan de berprisyar der nakeve.