Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heval û hevkarekî dilsoz yê Dezgeha Ragihandina PDKÎ di agirpêketinên daristanên Pawê de Şehîd bû

16:59 - 29 Hezîran 2020

Şehîdê Jîngehparêz, “Muxtar Xendanî” endamê bi wec yê PDKÎ û heval û hevkarekî dilsoz û bi wec, yê Raqgihandina PDKÎ, di dema kontrolkirina agirpêketin di daristanên Pawê de, Şehîd bû.

Şehîd “Muxtar Xendanî” di heyamên destpêka bikarketina “Tishk TV” yê de, çendîn caran pere wekî alîkariya malî bo birêveberên “Tishk TV”ê şandibû û di wî aliyî de, alikar bû.

Herwisa Şehîd “Muxtar”, yêk ji hevkarên bi şiyan yê bernamên “Hewramî” di “Tishk TV”yê bû ku, çalakane û bi netirsî hevkarî dikir.

Şehîd “Muxtar”, di heyamê endametiya xwede, endamekî hêja û bi şiyan, jîngehparêzekî bê westiyan, heval û hevkarekî dilosoz û bi şiyan yê “Tishk TV” yê bû ku, tim di her demekê de, xizmetkirin bo gel û welat bo xwe şanazî dizanî û di asateke herî bilind ya cangorîkirin û fîdakariyê de, hemû erkên pê sipartî bi baştrîn awa, bi rê ve dibirin.

Şehîd “Muxtar Xendanî” di roja 28ê Hezîranê, digel 2 hevalên xwe yên jîngehparêz bi navên “Yasîn Kerîmî” û “Bîlal Emînî”, di dema temirandina agir di daristanên “Pawê” de, Şehîd bûn.

Riha wan şad û ew tu caran ji bîra gel û xebatkaran naçin.