Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevalbendiya leşkerî dijî siyasetên şerxwazane ên Îranê li herêmê de

20:46 - 23 Gulan 2013

Dara Natiq

Li gorî nûçeyeke rojnameya Sandî Taymz, Îsraîl li gel Turkiyê û çend welatên din, ên Erebî, wek Îmarat, Ordon û Erebistanê li hev hatine ku zanyariyan bidin hevudin, û herweha li hemberî gefxwarin û tehlûkeyên mûşekên balistîk ên Îranê de, bi hevre Alîkariyê bikin, û mertaleke mûşekî a bihêz ava bikin, û teknolojiya dijî mûşekî a xwe bihêz bikin.
Ji aliyek din ve ew manovra leşkerî a Amerîkayê ku bi beşdariya 40 welatên hevpeyman di nav avên kendavê de bi emrazên herî pêşkevtî ên şerê dijî mûşekî û nawên behrî, û balafirên bê balafirvan birêve çûn, bê guman peyameke rohn in bo Îranê û zêderewî û gefxwarinên deshilatdarên vê rejîmê. Herweha peyamek rohn û zelal e bo Îranê bona vê ku di navbera pêşwazî ji şer û desthilgirtina ji programên xwe ên etomî, yek ji wan hilbijêre.
Di rastî de rejîma Komara Îslamiya Îranê bi sedema wan destêwerdanên di nav karûbarên welatên herêmê, û piştgîrîkirina ji terorîzma cîhanî, û ji hemiyan giringtir hewildan bo destpêregihîştina bi çekên etomî, bûye deshilatek ku ji bo welatên herêmê cihê tehlûkê û tirsê ye, û nahê qebûlkirin. Lewra welatên herêmê xwe amade dikin ku eniyek bihêz û hevalbendiyek herêmî û cîhanî bi dijî vê rejîmê pêk bînin.
Civaka cîhanî niha êdî tu baweriyek waha bi vê rejîmê nemaye û birêveçûna manovrên weha berfireh jî li kendavê de, nîşaneya vê yekê ne ku ew xwe bo her egerekê amade dikin. Ew kiryara welatên cîhanê nîşan dide ku Komara Îslamiya Îranê çiqas îzole bûye û mixabin li encama wan siyasetan de zirar û xisara herî zêde bûye para xelkê welatê me.