Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtin/ Serdana şandeke hevalên pêşîn ji Deftera Siyasî a PDKÎ

15:42 - 24 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Di civîna PDKÎ û hevalên pêşîn de, bas ji pirsên pêywendîdar bi asayîkirina têkiliyan, hatiye kirin, û herweha bas ji çavaniya hevkarî û hevahengiya di gel yektir jî hatiye kirin.

Li gorî nûçeya malpera Kurdistanmedia, şandeke hevalên pêşîn bi serperestiya rêzdar Mistefa Mewludî serdana binkeya Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin, û ji aliyê heyeta PDKÎ ve bi serperestiya rêzdar Mihemed Nezî Qadirî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê civîna dostane de, tevî baskirina ji pirsên pêywendîdar bi asayîkirina pêywendiyan û herweha li ser çawaniya hevkariyan, li derheq wan pirsan ku dikare rêxweşker bin bo çawaniya birêveçûna wan pirtsan, guherîna bîr û hizran hate kirin.

Beşeke din a vê civînê guherîna bîrûrayan li ser piroseya siyasî a Kurd li Turkiyê û gotûbêjên PKK û birêz Ebdulla Ocelan serokê vê rêkxiravê di gel karbidestên dewleta Turkiyê bûn, li vê beşê de jî tevî berhevdana aliyên curbicur ên vê piroseyê jî, hêvî kirin ku encama wan gotûbêjan dabînbûn û sergirtina maf û daxwaziyên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê de be.

Komek pirsên din wek pirsa hilbijartina gera 11’emîn a serkomariyê li Îranê û herweha hilbijartina şorayên gund û bajaran ketin ber basê û her du aliyan bîrûrayên xwe guherîn.

Li dawiya civînê de li ser berdewamiya hevdîtinan bi armanca alîkariya zêdetir pêdagirî li ser hate kirin.