Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina nûnerê PDK Îranê li Feranse tevî Partiy Çep a vî welatî

13:24 - 30 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Feransê tevî berpirsê beşa pêwendiyên Rojhelata Navîn a Partiya Çap a vî welatî civiyan.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 24’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, Xusro Ebdullahî berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Feranse, li meqera Partiya Çep a Feransê li Parîsê li gel berpirsê beşa pêwendiyên Rojhelata Navîn û Rojhelata Nêzîk a vî partiyê civiyan û li ser komek mijar guherînên bîr û rayan kirin.
Ewa yekemîn rûniştin e ku di navbera PDK Îranê û Partiya Çep a Feransê tê kirin ku pitir bo nasîna rêbaz û nêrînan û helwêsta siyasî a her du aliyan terxankirin.
Berpirsê pêwendiyên PDK Îranê li Feranse bi kurtî komek pirsên serekî weke Îranê welatekî fireh netewe ye, pataya ax û heşîmeta Kurdistana Îranê, çawaniya avabûna PDKÎ weke yekemîn partiya modern a Kurdî, xebat û tekuşîna gelê Kurd bi rêberiya PDKÎ, komara Kurdistanê, şoreşa gelên Îranê li dijî rejîma şa û beşdariya çalakiyên Kurd di vî varî de, hewlên Kurd û partiyên Kurdan ji berî çareseriya aştiya pirsa Kurd li Îranê, tepesekirin û zilm û zoriya rejîma Îranê li sertasera Îranê û çinayetên rejîm di Kurdistanê de, daxwaziyên gelê Kurd, helwêsta aştîxwaziya PDKÎ ji ber çareseriya pirsa Kurd di Îranê de û komek mijarên din di vê rûniştinê de hatine ber bas.
Berpirsê Partiya Çep a Feransê serbarî kefxweşiya xwe di vê hevdîtinê de, li ser helwêstên partiya xwe weke Partiyeke Çepa pêşkewtîxwaz û layik û alîgirê aştî û xwebat li pêxema dada cilakî û pişt girtin ji xebata azadîxwazan û demokrasîxwazan pêdegirî kiriye û xwe weke dijberî rejîma Îranê da nasand.