Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina nûnerê PDKÎ û Partiya Gelê Suêdê li parlemana vî welatî de

18:58 - 12 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hemîd Têymûrî nûnerê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî Firêdrîk Malm nûnerê Partiya Gelê Suêdê hevdîtin kir

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hevdîtina han ku li parlemana Suêdê hatibû encam dan, li ser bûyerên wan dawiyane yên Kurdistana Rojhelatê û dardekirina girtiyên siyasî yên Kurd û helwêsta PDK Îranê bas û guherîna ra û nêrînan hat kirin.
Pêwendiya PDK Îranê li gel netewên din ên Îranê weke Belûç, Azerî, Ereb û Turkemen û helwêsta partiya han li ser kiriyara dije mirovaneyên rejîma Îranê li hemberî wan netewane, rewşa nebaşa zîndaniyan û bi taybet girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên rejîma Îslamî ya Îranê, bandora dorpêçan û kuştina dem ji aliyê rejîma Îranê ve li danûstandinan li gel 5 + 1, têkderiya rejîma Îranê li deverê û maytêkirin tevî welatên Cîhanî û Rojhelata Navîn, tewera serekî ya basên vê civînê bûn.

Di dawiyê de har du alî li ser berdewamiya pêwendiyên xwe pêdegirîkirin.