Hevpeymaniya Erebî bi fermandehiya Erebistanê ragihand: “Dizîna gemiyan û bombrêjkirina wan gemiyan li “Deryaya Sor” ji aliyê çekarên “Hûsiyan” û bi pîlanên Spaha Pasdaran têne encamdan.
Roja Şemî 9ê Kanûna Paşîn Berdevkê Hevpeymaniya Erebî Sertîp “Tirkî Elmalikî” di konferansek Rojnamevaniyê de ragihand: “Çekdarên Hûsiyan bi diziya deryayî di avên navnetewî de yasayên navnetewî binpêkirine”.
Herwisa Sertîp “Tirkî Elmalikî” daye zanîn ku çekdarên “Hûsiyan” li “El-hedîd”ê 432 mûşekên Balistîk û 100 belemên bombrêjkirî bo bi armancgirtina gemîraniyê li “Deryaya Sor”, bikar anîne û ew mûşekane ji aliyê Îranê ve bo “Hûsiyan” têne şandin.
Herwisa Berdevkê Hevpeymaniya Erebî Sertîp “Tirkî Elmalikî” gotiye: “Êrîş bo ser gemîraniya navnetewî û diziya gemiyan ku ji aliyê çekdarên “Hûsiyan” têne encam dan, pilan û bernameyên Spaha Pasdaran in.
Herwisa Sertîp “Tirkî Elmalikî” navê wan kesan ku di diziya deryayî de dest hebûne eşkere kir û ragihand: “Mensûr El-Seidî”yê terorîst berpirsê diziya deryayî ya Hûsiyan li qiraxava El-Hedîdê de ye û herwisa balyozê berê yê Îranê li Yemenê” “Hesen Îrlû” di wê diziyê de çavdêriya Husiyan dikir.
Herwisa Sertîp “Tirkî Elmalikî” ragihand: “Gemiya Îranê ya bi navê Sawîz, bo veguhastina çebilxaneya Îranê bo El-Hedîdê mifah jê tê vergirtin.