Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya Nîştimanî a Opozisiyona Sûriye, piştevanî li xwenîşandanên Îranê kir

12:40 - 19 Gulan 2022

Hevpeymaniya Nîştimanî a Opozisiyona Sûriye(SOC) bi belavkirina daxuyaniyekê serkutkirinên hovane yên xwenîşanderan, ji aliyê rejîma Îranê ve bi tundî şermezar kir û rejîma Îranê sedema trajidiya xelkê Sûriye û Îranê binav kir.

Hevpeymaniya Nîştimanî a Opozisiyona Sûriye(SOC) roja Duşemî 16`ê Gulanê, bi belavkirina daxuyaniyekê tevî şermezarkirina tund a serkutkirinên hovane yên xwenîşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve, piştevaniya xwe li xwenîşandanên nerazîbûnên li Îranê ragihand.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: “Di rastiyê de, herifîna rejîma Axûndî li Îranê bûye hewcehiyek lezgîn bo deverê û bitaybet bo Îranê ku, bikare ji wan kirîzên jiyan, aborî û navxweyî rizgar bibe”.

Herwisa Hevpeymaniya Nîştimanî a Opozisiyona Sûriye(SOC) bi tekezî ragihandiye: “Rejîma Axûndî, çavkaniya dahata xelkê Îranê bi şerê bedel û bê îdalet a xwe digel xelkê Ereb ên deverê bi dawî aniye û herwisa piştevaniya milîşên girêdayê xwe dike û ew xistine xizmeta xwe û hezaran kuştinên bikom li welatên weke, Sûriye, Yemen û Îraqê bi armanca bihêztirkirina aliyên girêdayê xwe li deverê encam dane”.

Herwisa vê hevpaymaniyê serkutkirinên hovane yên xwenîşanderên nerazî li Îranê, ji aliyê rejîma Îranê ve û hewla fetisandina dengê azadiyê şermezar kiriye û ragihandiye: “Ew kiryarên rejîma Îranê, wekî kiryarên rejîma Esed li dijî xelkê Sûriye di heyama 11 salên derbasbûyî de ye, rejîma Îranê alikariya rejîma Beşar Esed li dijî xelkê Sûriye kiriye û rejîma Îranê sedema afirandina tirajidî û jankêşana wan du neteweyan e”.