Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyeke bajarê Bokanê hukma girtinê bi ser da hat sepandin

15:32 - 5 Adar 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyeke Kurd li bajarê Bokanê bi sûça ewlehî bi 6 mehan girtina teizîrî het mehkûm kirin.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, Hîwa Kazimî temen 32 salî, bi sûça alîkarî li gel partiyên dijberî komara Îslamî a Îranê bi 6 mehan girtînê het mehkûm kirin.
Ev hevwelatiye li roja 11’ê Çiriya Paşîn a 2012’an, ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îranê hat girtin û bo heyamê 2 mehan li girtîgeha nawendiya ewlehiya Urmiyê hatibû ragirtin.
Hîwa Kazimî paşî 2 meh ragirtin li girtîgeha Îdara Îtilata Urmiyê bi danîna wesîqê azad kirbûn