Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyeke Kurd bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hat kuştin

19:37 - 17 Adar 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyeke Kurd xelkê devera Hewramanê bi gulleyên raste rast ên hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê, cihgîr li bargeha Jalane, hat kuştin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, welatiyeke Kurd bi navê “Omer Muradî” temen 31 salî, kurê “Hesen”û xelkê gundê “Dizlî”a ser bi Merîwanê, îro Roja Duşemî 17’ê Adar a 2014’an, bûye armanca gulleyên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê cihgîr li bargeha Jalane û di encam de canê xwe ji dest da.

Hemwelatiyekî rûniştî yê wê herême bi nûçegihandiya “Kurdistanmedia”ê ragihand: Omer Muradî di demekê de ku nigeranê birayê xwe bûye û çûye bal birayên ku ser sînor mêjûlê karkirinê bûye, bûye armanca gulleyên hêzên rejîm û hatiye kuştin.

Bargeha “Jalane” li çiyayê “Tete” di navera sînorê du parêzgehên Kirmanşan û Sine tevî sînorê Herêma Kurdistanê helkevtî ye.