Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî Kurd li Selmasê hat girtin û bo ciheke nediyar hat veguhastin

13:46 - 8 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê hemwelatiyekî Kurd xelkê Selmasê destbiser kirin û bo cihekî nediyar veguhastin.


Nawenda Mafê Mirov a Selmasê bilav kir, heyamê mehek berî niha hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê, Husên Elîzade temen 28 salî kurê Tahir xelkê gundê “Sincî”a ser bi devera Enzelê a bajarê Selmasê, destbiser kirin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Çavkaniyê eşkere kir, hêzên rejîm Husên bo ciheke nediyar birine û malbata girtiyê han heya niha çendîn caran serdane nawendên pêwendîdar kirine, lê tû bersivek bi wan nehatiye dan.
Li gor wê nawendê, hêzên ewlehî sûça welatiyê Kurd “Ewlehî” ragihandine û malbata Husên li ser narûniya kurê xwe pir nigeranin.