Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî Kurd xelkê Mihabadê ji aliyê hêzên rejîm hat girtin

12:41 - 13 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên bi kinçên şexsî ên rejîma Îslamiya Îranê hemwelatiyekî Kurd xelkê gundekî bajarê Mihabadê destbiserkirin.
Nawenda mafê mirov a Selmasê bilavkir, hêzên ewlehî û kinçên şexsî yên îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê, rijiyane nav mala kesek bi navê “Yûnis Merûfî” xelkê gundê “Îndirqaş”a ser bi bajarê Mihabadê û mala navbirî lêgerîn û paşan destbiser kirin.
Di vê pêwendiyê de ku hêzên ewlehî yên rejîma Îranê di dema lêgerîna mala “Yûnis Merûfî” gef ji malbata welatiyê han xwarin e.
Ji aliyek din ve hêzên ewlehî tometa “alîkarî kirin tevî partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îslamiya Îranê” ji hemwelatiyê kurd kirin e.
Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, di destpêka meha xezelwer a sala 1392’a Rojî, heya niha 11 hemwelatiyên Kurd bi tometên cûr ba cûr ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.